Kurd daxwaza aşkerakirina gora Şêx Seîd dikin

Amed (Rûdaw) - Pêşengê serhildana sala 1925an Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalên xwe 94 sal berê li bajarê Amedê hatin sêdarkirin. Ji wê rojê heta niha hêj nayê zanîn ka dewletê cenazeyê wan li ku veşartiye û gora wan li ku ye. Di serî de malbata Şêx Seîd, kurd ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd aşkera bike.

 

Partiya Doza Azad (HUDAPAR) bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku cihê gora Şêx Seîdê Pîran aşkera bike û berpirsyariya xwe ya îdarî bi cih bîne.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Huseyîn Yilmaz ji Rûdawê re diyar kir: “Cih û mezelê Şêx Seîd û hevalên wî vê gavê ne aşkera ye, veşartine. Yanî dewletê cenazeyên wan diziye. Kurd jî vê dixwazin, misilman jî vê dixwazin. Hizba me û partiya me jî vê dixwaze; em dibêjin êdî ji laşê wan, ji cenazeyê wan, ji gorên wan netirsin. Gora wan, cihê wan li ku ye aşkera bikin, em jî biçin li ser wan fatîheyekê bixwînin.”

 

Komeleya Şêx Seîd jî daxwaz ji hikûmetê kir ku îtibara Şêx Seîd bi biryara parlamentoyê lê vegerîne. Lewre Şêx Seîd ji bo kurdan hem pêşengê neteweyî û hem jî yê olî ye.

 

Rêveberê Komeleya Şêx Seîd (Neviyê Şêx Seîd) Alî Saît Firat ji Rûdawê re destnîşan kir: “Êdî bes e. Em 94 sal in di vê êşê de ne. Bila cihê Şêx Seîd û hevalên wî diyar bikin, bila teslîmê malbatê bikin. Bila tiştekî xweş be. Ji bo aştiya gelan, ji bo wekheviya gelan bila vê gavê bavêjin. Ev jî mafekî me, heqekî me ye. Divê me ji vî mafî mehrûm nekin.”

 

Sidqî Zîlan parêzerê malbata Şêx Seîd e. Ew yekem mafnas e ku serî li serokwezîrî û saziyên pêwendîdar ên hikûmetê daye û xwestiye cihê gora Şêx Seîd bi awayekî fermî ji wan re bê gotin. Lê heta niha jî dewletê bersiveke erênî nedaye.

 

Parêzerê Malbata Şêx Seîd Sidqî Zîlan eşkere kir: “Hikûmet sedî sed dizane ew krokî û ew dokumanter di kîjan saziyê de ne. Wan ev teslîmê şaredariyê nekirine. Saziyên leşkerî ew girtine, ew dadgeh kirine. Ew dadgeh jî ne asayî bûne. Bi şev defin kirine, bi dizî defin kirine. Ji me re gotin di destê me de tu agahî tune ye lê ev nerast e.”

 

Serhildana Şêx Seîd di dîroka kurdên Bakur de berfirehtirîn serhildan e ku li 14 bajar û navçeyan belav bibû. Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin darvekirin û gora wan jî ji xelkî hate veşartin.