Şaredariya Bedlîsê nivîsa Kurdî cardin daliqand

Bedlîs (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên 31ê Adarê Şaredariya Bedlîsê kete destê AK Partiyê û Şaredarê nû nivîsa Kurdî ya li ser avahiya şaredariya Bedlîsê û herwisa 2 tabloyên ser rêgeha sereke ku bi Kurdî li serê "Hûn bi xêr hatin Bedlîsê" dinivîsî rakiribû, li ser rexne û bertekan niha ew tablo û lewhe dîsa hatin cîhen xwe, lê niha li bajêr herkes vê meraq dike: Ka wê nivîsa Kurdî ya li ser Şaredariya Bedlîsê jî were nivîsandin an na?"

 

Bedlîs welatê Rojkan, cih û warê  Şerefxan, ku dîroka Kurdistanê cara pêşîn bi destê wî hatibû nivisandin.

 

Di ser hilbijartinên 31ê Adarê de nêzî 3 mehan derbas bû, lê niha rojev li vê derê her Şaredariya Bedlîsê ye, di hilbijartinên 2014an de piştî DBPê bi 9546 dengan şaredariya bajêr bi dest xistibû tevî lewheya avahiya şaredariyê li ser çend lewhe û tabloyên ser rê û dirban ji bilî Tirkî cîh dabû zimanê Kurdî jî, ev lewhe û tablo dema ku ku qeyûm hate ser şaredariyê jî li cihê xwe man, lê piştî 31ê Adarê Şaredarî kete destê AK Partiyê û ev nivîsên Kurdî bi destê Şaredarek Kurd ji cihê xwe hatine vekirin.

 

Ev yek ji aliyê gelek derdoran ve bertekên xurt li xwe girt û Şaredariya Bedlîsê vê hefteyê du tabloyên nû yên ku li ser wan bi Tirkî, Îngilîzî, Erebî û her du dîyalektên Kurdî: Zazakî û Kurmancî lêkirî li şûna wan tabloyên ku rakiribû danî, lê nîqaş berdewam kirin ji ber ku di rastnivîsa wê ya Kurdî de xeletî hebûn, li ser vê yekê Şaredariya Bedlîsê destkarî li ser van tabloyên nû kirin û nivîsên wan hatine sererastkirin.

 

Berpirsê Danasîn û Reklamê Mehmed Oziş ji Rûdawê re diyar kir: “Şaşiyê me kir, dema me tabloyê bi cîh kir, me dît ku nivîsa Kurdî şaş hatiye lêkirin, şaredariyê em hişyar kirin û di 20 xulekan de me sererast kir.”

 

Serokê HDPê yê Şaxa Bedlîsê Şîrîn Gucum jî ji ber danîna lewhe û tabloyan û sererastkirina tîpên Kurdî razî ye, lê herwisa ew tembî û şîretên xwe jî li rêveberiya Şaredariya Bedlîsê dike.

 

Şîrîn Gucum ji Rûdawê re diyar kir: “Bila zimanê xwe nedin jibîrkirin, ev zimanê dayîka wan e, heke ji şaşiya xwe vegeriya bin ev geşedaneke baş e, lê divê nivîsa ser avahiya şaredariyê jî ji nû ve pêve bikin.”

 

Bedlîs bajarekî Kurdî ye ku xelkên wê ji %99an Kurd in, her çend bi danîna 2 tabloyên ku tê de Kurdî jî nivîsiye,  Şaredariya Bedlîsê  zextên li ser xwe sivik kiribe jî nîqaş û rexneyên li ser rakirina lewhe û tabloyên Kurdî û helwesta Şaredarê Bedlîsê li vî bajarê hîn jî bi dawî nehatiye.

Lêkolîner Baha Mutlu eşkere kir: “Di tabloyên ku ji nû ve danîne de Kurdî di nav ziman û diyalektan de fetisandine, ango nîyeta wan ne nîyeteke paqij e.”

 

Xelkên bajarê Bedlîsê jî dubare ji danîna tabloyên Kurdî kêfxweş in û ew daxwaz ji şaredarê Kurd dikin da ku ew gavên ji bo aramiyê bavêje û dijberiya zimanê dayîkê neke.

 

Welatiyê bi navê Nurullah Erdem dibêje: “Bila Tirkî jî hebe Kurdî jî hebe zerarê wê ji kê re heye.”

 

Maşallah Aslan diyar dike: “Em Kurmanc in zimanê me Kurdî ye, Kurdî lewhe hebin ji bo me baştir e.”

 

Ehmed Zeydan destnîşan dike: “Qeyûm ranekir çima ew radike, lewheyên Kurdî.”

 

Erdal Aslan dibêje: “Çima yê wan hebe yê me nebe, ji bo çi?”

 

Bedlîs bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku nifûsa wê bi tevahiya navçe û bajarokên wê niha gihîştiye 350 hezaran, di hilbijartinên 31ê Adarê de HDPê li vî bajarî % 33.05 AK Partî ji %43, 81 deng girtibûn.