Li Şirnexê li dijî baregeha leşkerî êriş
Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê li dijî baregeha leşkerî êriş hate kirin. Di encama êrişê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ajansa nûçeyan a DHAyê, li dijî baregeha Elmaliyê, ji aliyê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve îro li derdora saet 16:00an êriş hatiye kirin.
Hat ragihandin, ku di encama êrişê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Leşkerên Tirkiyê li cihê bûyerê operasyon dane destpêkirin.