YNK: Îdîaya derbarê şêwirmendiya Barzanî de derew e

Hewlêr (Rûdaw) – YNKê red kir, ku endamekî berê yê wê partiyê wek şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibe diyarkirin.

 

Polîstboruya Yekîtiya Nişîtîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê îdîaya şêwirmendiya endamekî berê yê Polîtboruya YNKê bo Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav kir.

 

Di vê daxuyaniyê de, YNKê red kir, ku endamê berê yê Polîtboruya YNKê Fereydûn Ebdulqadir bibe şêwriemendê taybet ê Barzanî.

 

Daxuyaniya polîtboruya YNKê wiha dibêje:

 

“Li hember wan nûçe û îdîayên ku amaje bi wê dikin, ku birêz Fereydûn Ebdulqadir, endamê berê yê Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, pileya şêwirmendiya bazirganî ya birêz Mesûd Barzanî wergirtiye, em bi pêwîst dizanin ku ji raya giştî re rabigihînin, ku ew nûçe û îdîa dûr in ji rastiyê û wî birêzî ti pile û navnîşanek wernegirtiye.”