Kobanî – Nexweşxaneya Miştenûrê ket destê YPGê (hat nûkirin)

 

Kobanî (Rûdaw) – Hat zanîn ku şervanên YPGê avahiya nexweşxaneya Miştenûrê ya bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxistine.

Li gorî malperên nêzîkî PYD û YPGê, Şervanên YPGê îro danê sibê avahiya nexweşxaneya Miştenûrê (dibistana berê) ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.


Li gorî medyaya Tirkiyê, şervanên YPGê ew avahiya ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn, teqandin û avahî kontrol kirin. 

Nexweşxaneya Miştenûrê, roja 25ê vê mehê ketibû destê çekdarên DAIŞê.

 

Operasyona YPGê ji bo kontrolkirina cih û avahiyên din ên di destê DAIŞê de didome.



Wêneya herî dawî ya nexweşxaneya Miştenûrê- Şervanên YPGê li ser banê nexweşxanê ne


Wêneyên kuştiyên DAIŞê yên ji nav nexweşxanê hatine derxistin: