Şervanekî YPGê tiştên pir balkêş dibêje

Hewlêr (Rûdaw)- Şervanekî YPGê ragihand ku, beriya 10 rojan keçekê çekdarên DAIŞê li Kobanî dîtibûn lê ji tirsan dîn bibû û kesî jê bawer nekiribû. Herwiha da zanîn ku, yek ji çekdarên ku êrişî wan kir bi kurdiya Bakurê Kurdistanê diaxivî.

Şervanê YPGê, Rêber Hisên ji nava bajarê Kobanî ragihand: “Rewşa Kobanî aram e û tiştek nemaye, xelk vedigerin malên xwe. Şervanên YPGê li Kobanî lêgerînê dikin, da ku piştrast bin ti çekdar li vir nemane.”

Rêber Hisên wiha got: “Dema dengek hat, ez ji xew rabûn û min dît otomobîleke gewr li çarêya Kîkan rawestiya ye. Keçek û 3 xort jê daketin. Cilên şervanên YPGê li wan bû. Cîranê me derket û bi wan re axivî, lê bangî wî kirin, dema ew çû cem wan lê xistin û ew kuştin. Piştre li deriyê xelkê didan û bi kurdî ji xelkê re digotin, em hevalin derî ji me re vekin, kê derî vedikir lê dixistin û ew dikuştin. Ev tişta ku min bi çavê xwe dît.”

Wî şervanê kurd wiha domand: “Yek ji wan kesan kurdiya wan wek ya kurdên Bakurê Kurdistanê bû, yekî din jî kurdiya wî wek ya erebên ku hinekî bi kurdî dizanin bû. Zimanê wan ne zimanê xelkê Kobanî bû.”

Rêber Hisên ragihand: “Cîrana me ya birîndar ku me ew rakir nexweşxaneya Pirsûsê ji me re got, cîranê me yê ereb Ebû Ehmed ku endamê Artêşa Azad bû, di dema êrişê de, wî êrişî mala me kir û kurê min û hevjîna wî û 2 zarokên wî jî kuştin, li min jî da lê tenê ez birîndar bûm.”

Wî şervanê YPGê çîrokekî pir balkêş got: “Beriya 10 rojan keçek li cem me li Kobanî dîn bû, me jê re digot çi bûye, ji me re got, min çekdarên DAIŞê di wê malê de dîtin, lê me jê bawer nedikir û me digot DAIŞî li Kobanî tune ne û ew mal vala ye, xelkê wê çûne Bakurê Kurdistanê. Lê şeva ku şer derket, bi rastî qenas li ser wî xanî bûn û davêtin xelkê.”

Herwiha Rêber Hisên da zanîn ku, “Derdora 300 navên şehîdan di destê me de ne, ew jî jibilî birîndaran. Herwiha 48 çekdarên DAIŞê li Kobanî û derdora wê hatine kuştin.”