Kobanî - Rûdaw dîmenên nexweşxaneya Miştenûrê belav dike

 

Kobanî (Rûdaw) – Rûdaw dîmenên nexweşxaneya Miştenûrê ya Kobanî, ya ku hat teqandin û niha di bin kontrola YPGê de ye, belav dike.

Şervanên YPGê îro danê sibê tevahiya wan avahî û cihên ku 25ê vê ketibûn destê DAIŞê, kontrol kirin.

Yek ji wan cihên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn û şerê YPGê dikirin, avahiya nexweşxaneya Miştenûrê bû ku ji aliyê komek doktorên biyanî ve dihat birêvebirin.
 

Ew avahî hat teqandin û ket bin kontrola YPGê. Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ji zarê rayedarên YPGê ragihand, avahiya nexweşxanê ji aliyê wan nehatiye teqandin lê dibe ku çekdarên DAIŞê bixwe teqandibin.

 

Li kêleka nexweşxaneya Miştenûrê, xwaringehek jî hebû ku çekdarên DAIŞê xwe tê de veşartibûn. Ew jî hat teqandin. Ew xwaringeh wek xwaringeha Kanadî dihat naskirin.