Li Semsûrê qeza: 2 mirî û 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, barhilgir û  otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê Seyfî Can Onal û diajot li ser rêya Serê Golanê û Mereşê  li barhilgira M.E.D. diajot qelibî.

Di qezayê trafîkê de  şofêr û Nîno Bibinizdeya ji Gurcistanê canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Golanê.

Hat zanîn ku otomobîla ku qeza kiriya ya Gurcistanê ye.