Demîrtaş: Dibe ku sibe hilbijartina dawî be

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattin Demirtaş got “Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku bibe hilbijartina dawî.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye li ser hesabê xwe yê Twitterê derrbarê gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ku dê sibê bên kirin ji bo banga piştevaniya Kemal Kiliçdaroglu kir û dibêje “Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku dawiya demokrasî û aboriyê be. Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku bibe hilbijartina dawî.”

“Deng bidin Kiliçdaroglu, bila Tirkiye nefesê bistine”

Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:

“Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku dawiya demokrasiyê jî û aboriyê jî be. Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku bibe hilbijartina dawî. Em soza aştî û xweşiyê didin Tirkiyê; Em destê biratiyê dirêj dikin. Birayên min vî destî li hewa nehêlin. Deng bidin Kiliçdaroglu, bila Tirkiye nefesê bistine.”