Hişkesaliyê ziyaneke zêde gihandiye cotkarên Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li rojavayê Kurdistanê baran wek pêwîst nebarî, ji ber barana kêm, çemên li Rojavayê Kurdistanê ziwa bûne.Ji ber wê yekê jî cotkar û ajeldar ziyaneke zêde dîtine, niha gelek cotkar zeviyên xwe yên genim û ceh didin ajeldaran ji bo ku pezên xwe tê de biçêrînin.

Çemekî bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hêdî hêdî ber bi ziwabûnê ve diçe. Zeviyên çandiniyê yên li navçeyê, ji ber hişkesaliyê ev du sal in rûbirûyê zerareke zêde bûne.

Kêmbûna barîna baranê wiha kiriye ku zeviyên hatine çandin bi kêrî çinînê neyên. Zerar hem daye cotkaran û hem jî daye sektora ajeldariyê. Zeviyên bi zad û dexl hatine çandin bo çêre ajalan tên firotin.

Cotkar Tahir Selim got “Me erdê xwe 3000-4000an firot. Ev sala bê ka em dê çewa bizir dagirin. Kes xema me nake. bi rastî pirsgirêk gelek mezin e.”

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîka 1,800,000 hektar zevî tê çandin

1,200,000 hektar bejî ye. 600,000 hektar avî ye.

Rêveberiya Xweser îsal, 35,000 ton tovê genim li cotkaran belav kiriye.

Rêveberiya Xweser her 1 kîlogram tovê genim bi 1,200 lîreyên Sûrî daye cotkaran

Salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 ton genim heye

Sala 2021ê berhemê xwecehî yê genim , kêmî 200,000 ton bû.

Li gor amarên fermî yên Rêveberiya Xweser di sala 2021ê de li navçeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîka 450 hezar heta 500 hezar ton genim hatiye berhemanîn. Di sala 2020an de jî, rêjeya berhemanîna genim nêzîka 850 hezar ton bû.