Mela Bextiyar bangewazekê li serok Barzanî û Kosret Resûl dike

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Mela Bextiyar bangewazek arasteyê Serok Barzanî û Kosret Resûl û serokên partiyên din kir û daxwaz dike: “Bi zûtirîn dem civîneke rawêjkarî di navbera partiyên Kurdistanê de û li nav Parlamentoya Kurdistanê bihê kirin.”

 

Mela Bextiyar roja yekşemî 26ê Gulanê li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li mamostayên şoreşê kir û di vê hevdîtinê de, derbarê kêşe û aloziyên navbera Amerîka û Îranê, helwesta Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê, bangewazek arasteyê Serok Barzanî û Kosret Resûl û serokên hemû partiyên din ên Kurdistanê kir.

 

Di beşeke bangewazê de hatiye gotin: “Bangewazekê bo kek Mesûd û kek Kosret û serokên hemû partiyan dikim, tevî cudahiyan û kêşeyan, bila bi zûtirîn dem civîneke rawêjkarî di navbera partiyên Kurdistanê de bihê kirin û bila civîn li nav parlamentoyê bihê kirin û daxwaza civîna partiyên Iraqî were kirin, daku em gotûbêjê bikin.”

 

Mela Bextiyar derbarê metirsiya derketina şer di navbera Amerîka û Îranê de û siyaseta Kurdistanê û girêdana bi Bexdayê jî dibêje: “Pêştir jî min gotiye ku heq e di vê kêşeyê de, bo metirsiya şerê navbera Amerîka û Îranê, em siyaseta xwe bi siyaseta Bexdayê ve girê bidin, lê belê siyaseta Bexdayê jî nabe ku bêyî şêwira ligel serkirdatiya Kurdistanê stratejiyê bisepîne. Lê belê divê bi rawêj û bi nêrîna me hemû aliyan stratejiyê danin, neku Bexda li wê derê biryarekê bide û em jî li vir neçar bin, yan em li vir biryara xwe bidin û bêjin, ya Bexdayê têkilî bi me ve nîne. Na, lê belê niha ya Bexdayê gelek jî pêwendî bi me ve heye û ya me jî pêwendî bi wê heye.”

 

Wî serkirdeyê YNKê tekez jî kir: “Hêzên Kurdistanî divê xwediyê paşekewta xwe ya siyasî bin, ew jî ev e ku li ser asta Iraqê, di hemû astan de em li hev bikin û li nav Kurdistanê jî ji bo hemû egeran, partiyên Kurdistanî li gel hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê li hev bike.”

 

Mela Bextiyar di beşeke din a axavtina xwe de , hikûmeta Iraqê rexne kir û got: “Hikûmeta Iraqê destûrê cîbicî nake, kêşeya petrol û gazê çareser nake, sê mehan bûdceyê dide me û şeş mehan jî gefê li me dixwe û nade me. Hikûmeta Iraqê, eger ku Artêşa Iraqê ji Ereban be, hemûyan çekdar dike û hemû tiştî jê re dabîn dike û hemû çekan dide wê. Di nava sê mehan de Heşda Şeibî damezrand û baştirîn çek jê re kirîn, lê belê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ku ji 1961ê ve heye, niha jî bi hezar halî mûçeya wê dide û nade. Ev hikûmet di serdemên hikûmetên Paşayetî, Qasimî, Beisî (di sala 1963 de )û piştre hikûmeta Ebdulrehman û Ebdulselamê birayê wî, careke din hikûmeta Beisî, hertim û bi dirêjiya dîrokê siyaseta şovenîstî û siyaseta sepandina hikûmeta navendî, dûr ji demokrasî û mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan, sepandiye.”