‘Duhoka Rengîn’ 49 sal in bûye parêzgeh
Duhok (Rûdaw) – Duhok roja 27ê Gulana 1096ê bûye parêzgeh lê dîroka vî bajarî vedigere serdema Çaxa Kevirîn. Duhok di serdema Sûmeriyan de jî navendeke girêdana başur û bakur bûye.
Şkefta Çarstîn şûnwareke perestgeha Zerdeştiyan e ku li Duhokê ye. Bermayên dîrokî jî nîşan didin, ku ji serdema Çaxa Kevirîn ve li Duhokê jiyan hebûye. Ev herêm di serdema Sûmeriyan de jî navendeke girêdana başur û bakur bûye.
Rêveberê Şûnwarnasî ya Duhokê Hesen Ehmed dibêje: “Duhok yek ji wan gundên herî kevnar e ku lê çandinî hatiye kirin. Herwiha ji gelek serdemên dîrokî re derbas bûye. Di nivîsên Sûmerî de derketiye holê ku navê Duhokê bi zimanê Sûmerî bi çar xetan wek ‘Derûk’ hatiye nivîsandin.”
Li Duhokê yekemîn dibistan di sala 1905ê de hatiye vekirin. Lê berê jî di medreseyan de xwendina olî hebûye. Lê niha li Duhokê 8 zanîngeh hene.
Duhok di 27ê Gulana 1096ê bûye parêzgeh. Niha navenda bajêr weke cîheke giring ê geştiyariyê tê naskirin. Ji ber pêkvejiyana reng û gelên cuda, hin caran weke “Duhoka Rengîn” jî tê binavkirin.
Taxa Xiristiyanan taxa herî kevin a bajêr e. Li gel pêşkeftina bînasaziyê jî resenatiya wê hatiye parastin. Nîştecihê vê taxê Heysem Butros hêj jî nexşeyeke kevin a bajarê Duhokê li cem xwe radike.
Heysem Butros dibêje: “Taxa Xiristiyanan taxa herî kevin e. Weke gundekî bûye evder û paşî li dora vî gundi bajar hatiye avakirin. Di taxê de ligel Xiristyanan Kurd û Cihû jî hebûne.”
Hejmara şêniyên Duhokê nêzîkî milyonek û 300 hezar kes in. Piştî bûyerên li Şingal û Mûsilê nêzîkî 750 hezar koçber jî li bajêr bicîh bûne.