Pêşmerge pişta xwe bi kaş û bilindahiyan girê dide
Dihok (Rûdaw)- Li piraniya navçeyên şerê li dijî DAIŞê, kaş û bilindahiyên wan deveran di destê Hêzên Pêşmerge de ne û pişta xwe bi wan girê didin.
Ji ber ku ew cihên bilind di destê Pêşmerge de ne, eniyên şer û dever bi temamî dikevin bi kontrola Pêşmerge de û tevgera çekdarên DAIŞê hatiye sînordarkirin.
Fermandarê Pêşmerge, Emîd telet Zirarî ji Rûdawê re got: “Niha ji ber ku ev çiya di destê me de ye, rêya Hewlêr – Mûsil û Hewlêr – Dihokê di bin kontrola me de ne.”
Ji ber ku li gorî zanista leşkerî, bilindahî xwe li ser cihên nizim feriz dikin û dijmin bêhêz dibe.
Şareza dibêjin, ew hêza ku di şer de kaş û cihên bilind di destê wî de ye, dikare rê li pêşiya her êrişekê bigire ji ber ku cegrofya teknîka şer diyar dike.