Kurdên Şebek di du eniyan de rastî êrişê tên: Kurdbûn û şîebûn
Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Şebek, ji hemû kurdên ku li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dijîn, “dûrtir” in, ji ber ku rastî du care êriş û guherîna demografiyê bûne; carekî ji ber ku kurd in û cara din jî ji ber ku li ser mezhebê şîe ne.
Hejmara kurdên Şebek ji 350 hezar heta 400 hezarî ye û li derdora parêzgeha Mûsilê dijîn. Li wê deverê 75 gundên Şebekan hene ku 19 jê hatine erekirin (teirîb). Şebek xwe wek kurdên resen dibînin û daxwaziya wan jî tenê ew e ku li zêda xwe bi aramî bijîn.
Ji roja hilweşîna rêjîma Sedam Husên ve heta niha herî kêm hezar û 338 kurdên Şebek ji aliyê komên çekdar ên radîkal ve hatine kuştin û zêdetirî 8 hezar malbatên Şebek jî ji ber tirsa êrişên komên radîkal neçar mane cih û warên xwe biterikînin.
Li gorî destûra Iraqê, pişka kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê û Encumena Parêzgeha Mûsilê de tenê kursiyek e û ev du kursî niha di destê wan kesan de ye ku daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê dikin û dixwazin devera wan vegere ser Herêma Kurdistanê…
Kurdên Şebek tenê du navendên wan ên rewşenbîrî û civakî heye bi navên Şebek û Maço, ji ber ku ew bi zaraveya goranî yan jî maçoyî diaxifin ku nêzîkî zazakiya Bakûrê Kurdistanê ye û hewramiya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.
70% ji kurdên Şebek şîe ne û yên din jî li ser mezhebê sunnî ne û jibilî kêşeya sunnîbûn û şîebûnê arîşeyek wan a din jî heye ew jî kurdbûn û erebbûn e…
Şebek zêdebarî hemû zehmetî û belengaziyên ku dibînin, dîsa jî dest ji kurdiniya xwe bernadin û xwe wek kurdên resen dibînin.