SEMSÛR – Polîsekî li qereqolê gule berdan hevalên xwe: Kuştî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê polîsekî gule berdan hevpîşeyên xwe yên li qereqolê.

Li gorî tesbîtên ewil 2 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Navenda Polîsan a Şehît Ahmet Yildirimê ya Altinşehîrê polîsekî gule berdan hevpîşeyên xwe.

Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 2 polîs birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Semsûrê.

Tevî midexaleyên bijîşkî her du polîs jî li nexweşxaneyê mirin.