Li Amedê 4 rojnamevanên Kurd bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 rojnamevanên Kurd bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an dadgehkirina 128 kesên desteserkirî berdewam e û dadgehê derbarê 4 rojnamevanên Kurd de Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û Remzi Akkaya biryara girtinê da.

Her wiha hunermend Elvan Koçer bi şerta kontrola edlî û şanoger Şahperi Alphan Bayhan jî piştî îfadeyê hatin berdan.

25ê Nîsana 2023an li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û  kesên siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kirin.

Operasyon di çarçoveya Serdozgeriya Amedê de hat kirin û di nav kesên desteserkirî de 25 parêzer hene. Di çarçoveya operasyonê de ligel Amedê li 21 bajaran 126 kes hatibûn desteserkirin. Kesên li 20 bajarên din jî hatin desteserkirin bo Amedê hatin veguhestin. Dê dadgehkirina 126 kesan li Amedê birêve biçe.