Di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê parêzgeha Sineyê di qezayeke trafîkê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Bûyer îro nîvro li ser rêya herdu qezayên Sewlawa û Kamêranê çêbûye.
Li gor agahiyan, li nêzîkî bendava Zeviya mînîbusek û kamyonek li hev qelibîne û di encamê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Tendirustiyê û Polîsê Trafîkê yên parêzgeha Sineyê heta niha sedema wê qezayê û hejmara qurbaniyan eşkere nekirine, lê şahidên bûyerê dibêjin, 6 kes mirine û herî kêm 3 kes jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan, ji kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, 5 kes rêwiyên mînîbusê bûne û kesê din jî şofêrê barhilgirê ye.
Herwiha 3 kes ji qurbaniyan xelkê navçeya Kamêranê û 3 kes jî xelkê Merîwanê ne.
Ji 3 birîndarên bûyerê, du kes birînên wan giran in û rewşa wan a tendirustiyê xirab e, lewra bo nexweşxaneyeke Kirmaşanê hatin şandin.