Tirkiyê madalya bilind a dewletê da tîma rizgarkirinê ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma rizgarkirinê ya Herêma Kurdistanê ji ber alîkariya wan a di erdhejên 6ê Sibata îsal de, li Tirkiyê bi madalyaya rûmetê hat xelatkirin. Nûnerê Herêma Kurdistanê Tehsîn Şero Ehmed di merasîmekê de ku li Enqerê hat lidarxistin madalya ji destê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wergirt.

Roja Sêşemê 25ê Nîsana 2023an li Enqere ya paytexta Tirkiyê merasîmek ji bo rêzgirtin û xelatkirina ekîbên rigzarkirinê yên navxweyî û biyanî ku di erdhejên 6ê Sibatê de li herêmên erdhejê amade bûn û alîkarî dan, hat sazkirin.

Di merasîmê de nûnerên 93 welatên ku di erdhejên 6ê Sibatê de ekîbên xwe şandibûn û alîkarî dabûn, hatin xelatkirin.

Di merasîmê de, Serokkomarê Tirkiyê Madalyaya Dewletê û Nîşana Fedakariyê ya Bilind da nûnerên welatan. Nûnerê Herêma Kurdistanê Tehsîn Şero Ehmed di merasîmê de madalya ji destê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wergirt.

Herêma Kurdistanê her ji kêliyên destpêkê ve bi şandina ekîbeke mezin alîkarî gihand herêmên erdhejê.

Piştî wergirtina madalyayê, Tehsîn Şero Ehmed ji Rûdawê re got: “Wergirtina vê xelatê ji bo Herêma Kurdistanê şanaziyeke mezin bû, cihê me wek Herêma Kurdistanê di nav 93 welatên ku xelat wergirtin de li pêş bû.”

Ehmed amaje bi wê yekê kir ku wan ji kêliyên destpêkê ve li devera erdhejê xizmet kir û got, di 14 rojên xebata li herêma erdhejê de, tîma Herêma Kurdistanê ku ji 250 kesan pêk dihat, du kes ji mirinê rizgar kirin û temrên 12 kesan jî ji bin xirbeyan derxistin, her wiha alîkariyên cuda pêşkêşî mexdûrên erdhejê kirin.

Di yekemîn roja erdhejên 6ê Sibata 2023 de ku li Tirkiye, Rojava û Sûriyê rû da, tîmên alîkariyê yên ku ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Wezareta Tendirustiyê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sor a Iraqê Şaxa Hewlêrê pêk dihat, çûne herêma erdhejê ji bo alîkariyê.