Rêveberiya Xweser mala Ebdulhekîm Beşar lê vegerand

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, mala serkirdeyê PDK-S û ENKSê, Ebdulhekîm Beşar li wî hat vegerandin.

Çavkaniyekê ji serkirdayetiya HSDê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku kilîta mala Ebdulhekîm Beşar ji bo kesekî ji malbata wî hatiye vegerandin.

Li gor heman çavkaniyê, mala Ebdulhekîm Beşar ji aliyê komîteya rêvebirina mal û milkên koçberbûiyan a li Rojavayê Kurdistanê hatibû hecizkirin.

Li gor çavkaniyê, “ev pêngav di çarçoveya destpêşxeriya HSDê de û ji bo pêngavên baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de hatiye avêtin.”

Ebdulhekîm Beşar, endamê polîtboruya PDK-Sê, serkirdeyê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û di heman demê de Cîgirê Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ye.

Di 22ê Nîsanê de jî Rêveberiya Xweser mala serkirdeyê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Fuad Elîko lê vegerandibû û berprisekî HSDê kilîta malê radestî Silêman Oso serkirdeyekî din ê heman partiyê (Yekîtî) kiribû.

Ew pêşhat di demekê de ye, ku roja bihorî Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Robak û şanda pê re li gel serkirdeyên 8 partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re civiyaye û bi wan re destpêşxeriya Mazlûm Ebdî ya bo yekrêziya Kurdî li Rojava û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Roja 17ê Kanûna par Rêveberiya Xweser ragihand, di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê de, wan hemû dozên li dijî serkirde û endamên ENKSê û herwiha astengiyên li ber kar û çalakiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê jî rakirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd jî roja 2ê Sibata îsal ji Rûdawê re gotibû, “ENKSê biryar daye ku ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke û dest bi rêkarên pêwîst bike.”

Her di çarçoveya destpêşxeriya ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî û çêkirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, çendîn caran berprisên partiyên nav ENKSê li gel rayedarên HSDê û partiyên nêzîk li Rêveberiya Xweser civiyane.