FLAŞ – 7 hezar milîs ketin bajêrê Kurdan
Xurmatu (Rûdaw) – Milîsên Şîe yên Heşda Şeibî, 7 hezar milîsên din ber bi bajarê Kurdistanî yê Xuratu ve şand.
Çavkaniyekî pilebilind ê Hêza Pêşmerge di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Heşda Şeibî 7 hezar milîsên Şîe li nêzîkî Xurmatu bicih kir.
Li gor zanyariyên, milîsên Şîe daxwaza ji Hêzên Pêşmerge û hêzên girêdayîAsayişa Xurmatu kirine, ku ji bajêr derkevin.
Rêvebirê Asayişa Xurmatu Farûq Ehmed ji Rûdawê re piştrast kir, ku Heşda Şeibî 7 hezar milîsên nû li derdora Xurmatu bicih kiriye, lê belê red kir, ku daxwaza valakirin û derketina ji bajrê ji hêzên Asayişê hatibe kirim.
Farûq Ehmed got: “Ev nûçe rast e. Heşda Şeibî hêzeke mezin aniye nêzîkî Xumratu. Lê belê wan daxwaza nekiriye em biçin derveyî Xurmatu. Eger daxwazekê wisa jî li me bikin em vê yekê qebûl nakin.”
Rêvebirê Asayişa Xumratu herwiha tekez kir: “Hatina vê hêza mezin a Heşda Şeibî di demekê de ye, ku Fermandeyê Heşda Şeibî Hadî Amirî ku Berpirsê Hêza Bedir e jî, ligel aliyên Kurd di civînê de ye.”
Farûq Ehmed got: “Civîn li balafirxaneya leşkerî ya gundê Hilêwe û li baregeha Lîwaya 16 a Hêza Pêşmerge ye û nûnerê Îranê yê bi navê Iqbalpûr jî di civînê de beşdar e.”
Dernegiya şeva 23ê Nîsanê bo cara yazdehemîn şer û pevçûn di navbera milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî û Kurdan li Xurmatuyê derket.
Li gor amarên nefermî di encama pevçûnan de 12 welatiyên Kurd û Pêşmere şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. Herwiha di şer û pevçûnan de 40 milîsên Şîe jî hatin kuştin û 67 milîsên din jî birîndar bûn.