Cemal Koçer: Divê Bexda hefteya bê mûçeya vê mehê bişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lîjneya Aborî ya Parlementoya Îraqê Cemal Koçer ragihand ku divê heta hefteya pêşiya me Bexda mûçeyên meha Adarê bişîne.

Endamê Lîjneya Aborî ya Parlementoya Îraqê Cemal Koçer îro ji Rûdawê re axivî û derbarê pirgsirêka mûçeyan got:

“Wezîrê Aborî yê Îraqê rijd e mûçeyên karmendan bi rêya elektronî werin şandin.

Heta hefteya pêşiya me divê Bexda pereyên meha adarê bişîne."

Lîjneya Aborî ya Parlementoya Îraqê li gel parêzgarên Îraqê civiya.

Lê belê parêzgarên Herêma Kurdistanê beşdarî civînê nebûn.

Cemal Koçer amaje bi wê yekê kir ku civîna li gel parêzgaran ji bo budceya pêşxistina parêzgehan bûye.

Herwiha Cemal Koçer da zanîn ew dê roja çarşemê mêvandariya Lîjneya Wezareta Plandanînê ya Îraqê bikin û çend pirsan gotûbêj bikin.  

Ev yek jî di demekê de ye ku heta niha mûçeyên meha sibatê nehatine dayîn.

Herwiha karmendên fermangeh, dibistan û nexweşxaneyên Silêmanî, Helebce, Koye, Îdareya Serbixwe ya Germîyanê, Îdareya Serbixwe ya Raperînê boykota kar ragihandiye.