Mereş dîsa hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksun a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 17:35an de bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbû.

Li gorî Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) li navçeya Goksunê erdhejeke bi hêza 4.5 pile pêk hat.

Herwiha AFADê diyar kir ku erdhej 8.7 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Rasatxaneya Kandîllî ve hat dayîn de jî hat destnîşankirin ku mezinahiya erdhejê 4.6 pile ye û kûrahiya erdhejê jî 5 km ye.