Yekitiya Ewropa nûnertiya xwe li Hewlêrê vedike
Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand, dê bi mebesta alîkarîkirina penaberan nûnertiyeke xwe li Herêma Kurdistanê vebike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeke YE kir ku ji nûnerê taybet ê Komîsara Bilind a YE bo karûbarên Derve Kirîstiyan Bêrger û balyoza YE li Iraqê Yana Haypaşkova û hinek berpirsên din ên Ewropa pê dihat.
Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di nûçeyê de hat gotin ku şanda mêvan ragihandiye ku YE piştevaniya hilbijartinan dike û bo vê jî tîmeke taybet bo amadekarî û çavdêriya hilbijartinan dişîne Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî pêşwaziya vê yekê kir û girîng nirxand.
Her wiha hat zanîn, şanda Ewropa ragihand ku dê di nav çend hefteyên bê de bi mebesta alîkarîkirina mirovî ya penaberên Sûriye û Iraqê yên li Herêma Kurdistanê nûnertiyeke xwe li Hewlêrê vebike.
Di mijara rewşa penaberên Sûriyê de jî rayedarên Ewropî pesnê Herêma Kurdistanê dank u bi awayekî baş xwedî li penaberan derketiye.