Orhan Mîroglu qeza kir

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarên rojnameya Starê Orhan Mîroglu yê bi eslê xwe kurd û Elîf Çakir li Mêrdînê qeza kirin û birîndar bûn. Piştî rakirin nexweşxaneyê hat gotin ku rewşa tendirûstiya wan baş e.

Orhan Mîroglu û Elîf Çakir ên ku li bajarê bakurê Kurdistanê Mêrdînê, di saetên şevê de bi otomobîleke taybet ber bi Şirnexê ve diçûn.

Li gor Ajansa Dogan a Tirkiyê (DHA), Mîroglu û Çakir li ser rêya bajarokê Ortakoy a Mêrdînê qeza kirin. Di encamê de Orhan Mîroglu û Elîf Çakir birîndar bûn. Herdu nivîskar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê û hatin tedawîkirin. Hat gotin ku rewşa tendirûstiya wan baş e.