Li Erdexan û Agiriyê rêya 165 gundan hat girtin

Rêyên gundan tên vekirin / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erdexan û Agiriyê ji ber şert û mercên neyinî yên hewayê, rêya 165 gundan hat girtin.

Li seranserê Erdexanê berf û bahoz bi bandor e û bandoreke neyinî li ser hat û çûnê dike.

Ji ber şert û mercên neyinî yên hewayê 13 gundên girêdayî navendê, 27 ên Posofê, 7ê Xanakê, 10 ên Mêrdînîkê 3 yên Çildirê bi giştî rêyên 60 gundan hatine girtin.

Li Agiriyê jî ji ber berf û bahozê rêya 105 gundan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê ji bo rê ji hat û çûnê re vebin xebatên xwe didomînin.