HPGyê hişyariya ‘şer’ da

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) got, “Divê haya hêzên Îraqî ji şer hebe.”

Hefteya borî hêzeke ji leşkerên Îraqê li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê hatibû bicihkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

“Cihên ku hêzên Îraqê hewl didin li wan bi cih bibin ew herêmên navberê ne ku şer li wan heye.

“Divê haya hêzên Îraqê ji vê rastiyê hebe, divê haya wan ji şerê li herêmê hebe û li gorî vê yekê tevbigerin.”

“Ev dever li nava Başûrê Kurdistanê ne”

Daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye: 

“Rojên dawî hêzên Îraqê bi navê 'hêzên sînor' hatine hin qadên herêmên Zap û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer li wan giran e.

Cihên ku hêzên Îraqê hewl didin bên, bi kîlometreyan dûrî sînorê fermî yê dewletên Îraq û Tirkiyeyê ne.

Ev dever li nava Başûrê Kurdistanê ne û ew qad in ku niha di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran li wan diqewime.

Em ne li dijî ne ku hêzên sînor ên Îraqê parastina sînor bikin lê belê cihên ku hatinê, ne xeta sînor e.

Ev hêz li herêmên navberê tên bicihkirin ku şerekî giran li wan diqewime.

“Divê haya wan ji şerê li vê qadê hebe”

Lewma ji vê liv û tevgerê tê fêhmkirin ku hin hêz li pey hin lîstikan in.

Wê hîn bêhtir bikêrhatî be ku hêzên Îraqê vê rastiyê zanibin û haya wan ji şerê li vê qadê hebe û li gorî vê yekê tevbigerin.”