Li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de ye, teqînek çêbû.

Teqîn li nêzî Dibistana Refîde El-Eslemiye ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê çêbûye.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de jinek birîndar bûye.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, di encama teqînê de jina bi navê Emîne Xelîl Derwêş a 70 salî birîndar bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) gihîştine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Heta niha sedema teqîna wê otomobîlê nehatiye zanîn.

Asayişa Hesekê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê bûyerê de hêj ti daxuyanî nedane.

Çavkaniyekî xwecihî ji Rûdawê re ragihand, otomobîla ku îro li bajarê Hesekê teqiyaye, ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bûye.

Heman çavkaniyê diyar kir, jinek bi navê Emîne di kolanê de dimeşiya ku teqîn çêbû û di encam de ew jin bi giranî birîndar bû û lingekî wê qut bûye.