YBŞ: Du fermandarên me canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand di encama êrişa drona Tirkiyê de li Şengalê du fermandeyên wan canê xwe ji dest dane û şervanekî wan jî birîndar bûye.

Otomobîleke YBŞê îro Duşemê 27ê Sibata 2023yan saet 11:35ê li nêzîkî bajarokê Xanesorê li sînorê qezaya Şingalê hat armanckirin.

Berpirsekî pilebilind ê emnî yê Şingalê ji Rûdawê re ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê û bi dronê hatiye kirin û di êrîşê de du şervanên YBŞê canên xwe ji dest dane.

Derbarê vê êrişê de Fermandariya Giştî ya YBŞê daxuyaniyek da.

YBŞ di daxuyaniya xwe d edibêje  yek ji fermandarên wan Seed Elî Bedel ê bi nasnavê Pîr Çeko û Xeyrî Xidir Xelef yê bi nasnavê Agir Cefrî li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Kurdên Êzidî, bûn hedefa êrişek asmanî û di encama êrişê de her du fermandaran canê xwe ji dest dan û şervanekî din jî birîndar bû.

Di daxuyaniya xwe de YBŞ dibêje: “3 rêhevalên me ji bo taziyeyê çûbûn serdana 2 ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn. Di çûyîna taziyeyê de hevreyên me bi êrîşek hewayî ya balefirên bê mirov bûn hedef. Fermandarê me Şehîd Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ku di sala 2016an de tevlî nava refên YBŞê bûye û Fermandar Şehîd Agir şehîd bûne. Em di serî de ji malbatên her du hevreyên me, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin û ji malbata hevalê me yê birîndar jî şîfa dixwazin.”