Li Semsûrê dîsa erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serêgolê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, îro 27ê Sibatê bi hêza 5 pile erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Serêgolê ya Semsûrê, îro Duşemê 27ê Sibatê demjimêr 05:51 deqe bi hêza 5 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 8.51 kîlometre bû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Li bajarên derdorê jî hest bi erdheja Serêgolê hat kirin. Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.