Serbazên Rûsî li Dêrika Hemko gereke çavdêriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên serbazî yên Rûsî gereke çavdêriyê li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê kir, ji gundê Eyn Dîwarê bi rêya 5 zirixpoşan ligel 2 helîkopteran berê xwe dan Pirê Romanî ya li ser sînorê Tirkiyê.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 27ê Sibatê, Polîsên serbazî yên Rûsî gereke çavdêriyê li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Di gera çavdêriya serbazî de polîsên Rûsî bi 5 zirxpoş û helîkopteran beşdarî gerê bûn. Piştî gerê ji gundê Eyn Dîwarê bi rêya 5 zirixpoşan ligel 2 helîkopteran berê xwe dan Pirê Romanî ya li ser sînorê Tirkiyê.

24ê vê mehê jî hêzên Rûsî gereke serbazî li gundewarê Dêrika Hemko kirin, ev ger ji 4 zirixpoş û 2 helîkopteran pêk hatibû.

Di mehên dawî de, hêzên Rûsyayê çend caran xwestin li gundên navçeya Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê bicîh bibin, lê xelkê navçeyê hebûna hêzên Rûsyayê li ba xwe red kirin û nehiştin li gundên wan bicîh bibin.