Însîyatîfa Rewşendbîrên Kurd: Şîfa Gerdî rûyê pak ê rojnamegeriya kurdî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Amadekar a Însiyatifa Rewşenbîrên Kurd bi daxuyaniyekê ragihand, “Helwesta neteweyî ya gelê me ya ji bo şehadeta vê keça kurd a canfeda (Şîfa Gerdî )daye nîşandan, baweriya me ya bi azadî û serxwebûnê bihêztir kiriye.”

 

Komîteya Amadekar a Însiyatifa Rewşenbîrên Kurd (ÎRK) derbarê şehîdbûna rojnamevana diyar a Tora Medyaya Rûdawê Şîfa Gerdî de peyamek belav kir û ragihand; “Şîfa Gerdî, rûyê pak ê rojnamegeriya kurdî ye. Ew êdî bûye nîşana sedan rojnamegerên kurd ên di qada şer de şehid ketine, yan ji aliyê hêzên dagirker ve hatine kuştin. Di nav 30 salên dawî de li her çar parçeyên Kurdistanê sedan rojnameger, nûçegihan ji aliyê neyarên gelê Kurd ve bi hovane hatine qetilkirin. Bîranina wan her tim rêya me ronî kiriye.”

 

Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd daxuyand, ku bûyera şehîdbûna Şîfa Gerdî him di nav gelê kurd de û him jî di qada navneteweyî de bi berfirehî bûye mijara rojevê û diyar kir; “Şehadeta xwîşka Şîfa li ser gelê me xemgîniyek mezin çêkir.”

 

Di dawiya daxuyaniya xwe de însîyatîfê ragihand; “Helwesta neteweyî ya gelê me ya ji bo şehadeta vê keça kurd a canfeda daye nîşandan, baweriya me ya bi azadî û serxwebûnê bihêztir kiriye.”

 

Şifa Gerdî (Şîfa Zîkrî Îbrahim) di 01.07.1986a de li koçberiyê li bajaroke Zêwe yê Urmiyê hatiye dinê. Di sala 2006ê de Peymangeha Teknikî beşa Kompyûterê bidawî kiriye. Di sala 2013ê de beşa rigahandinê li kolêja Adab a Zanîngeha Selahedinê bidawî kiriye. Di sala 2006ê de destbi karê rigahandinê kiriye. Ji 2007ê heta 2010ê karê rojnamegerî kiriye. Destpêka damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê de weke rêvebera beşe Outputa kar kiriye.

 

Şîfa Gerdî di 25ê Sibatê de li Musilê di encama teqîna bombeyeke vadayî de şehîd bû û wênegir Yûnis Mistefa jî birîndar ket.