DÊRSIM - Ji ber berfa zêde rêyên 229 gundan hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê rêyên 229 gundan ji berfê hatin girtin.

Xebatên vekirina wan rêyan berdewam dikin.

Li Dêrsimê bi taybetî li navçeyên Pilemuriye, Qisle, Xozat û Pilûrê, ji berfê rêyên 229 gundan hatine girtin.

Tîmên Îdareaya Taybet a Dêrsimê ji bo vekirina rêyên girtî xebat dane destpêkirin

Li ser rêya Pilemuriye û Erzinganê, rê nayê dayîn ku otomobîl bê zincîr çûn û hatinê bikin û çûn û hatina barhilgir û wesayitên mezin jî li ser wê rêyê hatiye qedexe kirin.

Herwiha tîmên rêvekirinê xebatên xwe yên li ser rêya Erzingan û Xarpêtê didomînin.