Li Dêrik û Dêrezorê dengê teqînan hat bihîstin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrika Hemkoya Rojavayê Kurdistanê û li Dêrezorê dengê teqînan ji 2 baregehên Amerîkî hatin bihîstin.

Zanyariyên xwecihî ji Dêrika Hemkoya Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku danê êvarê dengê teqînê li baregeheke Amerîkî ya li gundewarê Dêrikê hat bihîstin.

Di heman demê de, dengê teqînê li baregeheke Amerîkî ya gundê El-Omerê yê li gundewarê rojhilatê parêzgeha Dêrezorê jî hat bihîstin.

Heta niha nehatiye zanîn ka sedema wan teqînan çi bûye û encamên wan jî çi ne.