Baroya Şirnexê: Em dê doza Dayan bişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê ragihand ku doza ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan ê ku 24ê Çileya 2022ê otomobîleke zirxpoş lê dabû û piştî du rojan canê xwe ji dest da dê bişopînin.

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 24ê Çile dema ciwanê Kurd Abdulgaffar Dayan ê 23 salî li Kolana Yafes diçû dersxaneyê zirxpoşa polîsên sîvîl lê dabû û ligel hemû midexaleyên pizîşkî 26ê Çile li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got sedema zêdebûna mirinên ku di encama lêdana otomobîl û zirxpoşên hêzên ewlekariyê de çêdibin necezakirin e.

Komîsyon dibêje: “Em bibîr dixin ku Tirkiye jî di nav de hemû dewletên peymana derbarê Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî îmze kirine berpirsiyartiya wan heye ku di qada şer de jî parastina zarokan bikin. Emê wek baroyê hemû qonaxên darizandina doza Abdulgaffar Dayan bişopînin û heta hemû kolan ji zirxpoşan bên paqijkirin têkoşîna xwe bidomînin.”

Li gor raporta Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) di 13 salên dawî de 20 ji wan zarok 42 kesan di bûyerên wiha de canê xwe ji dest dane, wate zirxpoş û otomobîlên polîsan li wan dane û canê xwe ji dest dane.