Goran: Em daxwaz dikin pêvajoya aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de dest pê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyona Goranê ya li Parlementoya Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê ya li nav axa Başûrê Kurdistanê û aloziyên duh ên Şêladzê daxuyaniyek belav kir û daxwaz dike ku Tirkiye dawî li topbarankirina axa Başûrê Kurdistanê bîne û pêvajoya aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de dest pê bike.

 

Fraksiyona Tevgera Goranê ya li Parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û sersaxiyê ji bo malbata qurbaniyê bûyerên Şêladzê kir, ku duh di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, herwiha ji bo birîndaran jî şîfa xwest.

 

Fraksiyona Goranê li ser bombebaranên Tirkiyê yên li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand: “Em daxwaz dikin ku dewletaTirkiyê dawî li topbarankirina axa Başûrê Kurdistanê bîne û hêzên xwe yên leşkerî vegerîne nav axa xwe.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em ji Tevgera Goranê, di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê, tenê gotûbêjên aştiyane ye.”

 

Duh bi şev (26-01-2019) li Şêladzê li dijî bombebaranên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandenek hat lidarxistin. Xwepêşander çûn nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê û wesayîteke serbazî şewitandin. Di xwepêşandanan de du kesan canê xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn, yek ji wan birîndaran jî, ji hêzên ewlehiyê ye.