Li Mêrdînê servîsa xwendekaran û cîpek li hev qelibîn: Gelek birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosarê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, servîsa xwendekaran û cîpek li hev qelibîn û di encamê de 11 kes birîndar bûn ku 9 xwendekar in.
Li gorî agahiyan, li kîlometreya 3yemîn a rêya Qosar-Kaniya Xezalan servîsa xwendekaran û cîpek ku navê ajokarên wan nehat hînbûn li hev qelibîn.
Di qezayê de Sînan B. (68), Abîdîn K. (50), Sakîne S. (18), Muazzez T. (17), Nermîn T. (17), Abdulcelîl A. (16), Bedriye D. (15), Leyla C. (17), Îsmaîl T. (14), Omer T. (13) û Ayla Y. (13) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiye çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan û hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.