Welatiyên Rojava: Hemû derî girtîne û her tişt giran dibe

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê yek ji kelûpelên ku nirxê wî berdewam bilind dibe, şekir e. Xelk jî dikevin dorê heta ku du kîlo şekir bi dest bixin. Girtina deriyê Pêşabûr, bandoreke xerab li ser bazarên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Welatiyek jî dibêje, “Derî hemû li ser me girtî ne.”

Dukandar Ehmed Elelî 50 kîlo şekir aniye û du kîlo du kîlo difroşe welatiyan. Kîloya şekir berî girtina deriyê Sêmalka bi 2100 lîreyên Sûrî bû, niha bi 5 hezar  e û bi zehmetî peyda dibe.

`Hemû derî û rê girtîne`

Ehmed Elelî, dukandar, dibêje, “Derî tev girtî ne, tevaya rêyan girtî ne, wê şekir ji ku derê bê? Ev ji Minbicê hatiye, ji cem hikumetê hatiye.”

Kelûpelên li bazarên Rojavayê Kurdistanê dabeş dibin, beşek jê di rêya deriyê Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê tên û beşek di rêya Minbicê re ji navxweya Sûriyê derbas dibin û tenê ji %10 berhemên xwecihî ne.

`Ziyana girtina derî zêde dibe`

Şems Eldîn Elî, firoşyar, dibêje, “Bandora derî li şînkayî nayê, ji ber ku şînkayî ji cem me ye, lê bacan, îsot, xiyar û bacanê reş ji derve tên, ziyana wê heye, dema derî vekirî be, kîlo bi du hezar yan 1500, lê niha gihaye 4 hezaran jî.”

Li gorî Lîjneya Şopandina Bazirganan a Rêveberiya Xweser, kogehên deverê heta mehekê jî ji girtina deriyê Sêmalka vala nabin, lê ji wê û pê ve wê kelûpel kêm bibin.

Ji %70ê kelûpel bi rêya Başûr derbas dibin

Ji %70 xwarin û vexwarin, madeyên lêkirinê û hesin, perçeyên pîşesazî û mekanîk, kelûpelên nav malê û beşek ji dermanan ên li Rojavayê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê derbas dibin, lê 15 vê mehê di encama êrîşa grûpa Ciwanên Şoreşger de bo ser derî, rêveberiya deriyê Pêşabûr biryara girtina derî da û heya niha nayê zanîn ka dê kengî were vekirin.