Wêrankariya êrişên Tirkiyê li Zirgan û Til Temirê

26-12-2021
Hisên Omer
Medya HSDê dîmenên wêrankariya êrişên Tirkiyê belav kir
Medya HSDê dîmenên wêrankariya êrişên Tirkiyê belav kir
Nîşan Til Temir Zirgan Tirkiye Êriş HSD Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundewarên Zirgan û Til Temirê, van rojên dawî ketin ber pêleke giran a êrişên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve û tevî ku hinek gundî vegeriyane ser malên xwe jî, êriş bûne sedema wêrankariyeke mezin.

Piştî rawestana topbarana artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, hin welatî vegeriyane malên xwe, û bûne şahidê wêrankariya ku topbaranê li şûn xwe hiştiye.

Mihemed Esaf, Gundî, dibêje, “Demjimêrê 8ê êvarê, em hatin topbarankirin ji navçeya Artêşa Azad, xelkê me kuştin, çêlek û mal û textên me jinav birin. Em bi temamî wêran kirin. Em bi ku de biçin? Rewşa me pir xirabe, topbaran û kuştin, em çi bikin? Em reviyan nav projeyên çandiniyê. Ê reviya reviya û yê ma di cî de hat kuştin. Niha jinek li nexweşxaneyê ye.”

Gule topek ku ne teqiyaye li nav mala welatiyekî de. Tevahiya mala wî û kurê wî li gel hemû tiştên di nav malê de hatine wêrankirin. nav mal û derveyî malê bûne kavil û jibermayî.

Ev welatî dibêje, ev ne yekem car e ku hêzên Tirkiyê wan topbaran dikin.

Ibrahîm Xelîl, Gundî, diyar dike, “Ez fêr bûme. Parsal jî, heman derbe li me ket. Heta niha jî, cihê derbeyê diyar e. Ji Tirkiyê tên. Derbe ji Tirkiyê li me dikevin."

Di rojên 21 û 22 vê mehê de artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Zirganê û gundewarên Til Temir bi dijwarî topbaran kirin û şer li çend gundan derketibû, di encamê de li gor HSDê, 4 kesên sivîl  cane xwe jidest dan û 19 kesên din birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst