Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 16 koçberên Kurd ên ku dixwestin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin di Kanala Îngilîz de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Stenbolê bi balafirê anîn Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Di bûyera roja 24ê Mijdarê ya Kanala Îngilîz a di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû û di encamê de 27 koçber ku 17 ji wan Kurd bûn jiyana xwe ji dest dan û tenê 2 kes jê rizgar bûn ku yek ji wan Kurd bû.
Bi talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo anîna termên koçberên Kurd Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Fransa ya Herêma Kurdistanê hatin erkdarkirin.
Cenazeyên ku ji Fransayê anîn Stenbolê îro berdestî sibê saet di 02:23 de bi balafirê gihîşt Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal diyar kir ku ji şeva borî ve malbatên qurbaniyên ku ji navçeyên Ranya, Qeladizê, Derbendîhan ên Silêmaniyê û navçeya Soran a Hewlêrê li firokexaneyê li benda li benda cenazeyan sekinîbûn.
Navê wan koçberên ku termên wan anîne Herêma Kurdistanê wiha ne:
Mahabad Ehmed Elî, Biryar Ehmed Ebdurrehman, Mubîn Rizgar Husên, Hestî Rizgar Husên, Hediye Rizgar Husên, Kejal Ehmed Xidir, Efrasyan Ehmed Mihemmed, Serkewt Pîrot Mihemmed, Mihemmed Husên Mihemmed, Meryem Nûrî (Baran), Şakar Elî Pîrot, Mislim Îsmail Hemed, Mihemmed Qadir Awla, Rejwan Yasin Husên, Bilind Şukrî Bekir û Hesen Mihemmed Elî.
Nûnerê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî ji Rûdawê re ragihand, ji 27 koçberên ku di Kanala Îngilîz de jiyana xwe ji dest dane û gihîştine termên wan, 17 ji wan Kurd in û piştî diyarkirina nasnameyên wan, ji bo termê wan bînin Herêma Kurdistanê, wan dest bi hewldanan kirine.
Saleyî got jî “Kesên ku jiyana xwe ji dest dane 16 ji wan welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Koçberekî din Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bû. Me daxwaz kir ku termê wî jî bînin Herêma Kurdistanê. Lêbelê, ji ber karûbarên fermî dereng man, pê negihîşt.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, cenazeyên koçberên Kurd ên bi navê Twana Mamend Mihemmed, Piştîvan Resûl û Zanyar Mistefa Mine yên di keştiya ku li Kanala Îngilîz binav bû, nehatine dîtin. Lêgerîna cenazeyan dewam dike.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku, roja 12ê Kanûna îsal, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo anîna termên koçberên Kurd ku di Kanala Îngilîz de jiyana xwe ji dest dabûn, Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Fransa ya Herêma Kurdistanê hatin erkdarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse