Termê karkerê di bin kana komirê de mabû hat derxistin

26-12-2019
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çiyayê Cûdî Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê termê wî karkerê ku di encama hilweşîna kana komirê de canê xwe ji dest dabû hat derxistin.

Li nêzikî gundê Nêvava li Çiyayê Cûdî li Şirnexa Bakurê Kurdistanê, berî du rojan kaneke komirê ya li wê navçeyê hilweşiyabû.

Di encama bûyerê de welatiyekî bi navê Hasan Înal ê 30 salî jî ku li wê kanzayê kar dikir, di wê kanê de asê mabû.

Xebatên bo dîtina Hasan Înal ev du roj bûn berdewam bûn ku tîmeke taybet a 11 kesî jî ji Colemergê bo wê navçeyê hatibû veguhastin û îro termê wî karkerî ji wê kana hilweşiyayî hat derxistin.

Termê Hasan Înal piştî karûbarên otopsiyê yên li nexweşxaneya Şirnexê, bo ku bi axê bê spartin bo bajarokê Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve hat veguhastin.

Herwiha hatibû ragihandin ku ew kana komirê ya ku Hasan Înal tê de canê xwe ji dest da bêyî belgenameya karkirinê hatiye vekirin.

Li aliyê din  hêzên emnî yên Tirkiyê duh bi ser mala malbata Hasan Înal a li bajarê Sêrtê de girtibûn û dayik û birayê wî destese kiribûn.

Piştî wergirtina îfedeyan hatibûn berdan lê derbarê bûyera li kana li Şirnexê dayika Hasan Unal nehatibû agahdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst