Piştî nûçeya Rûdawê, Serok Barzanî aliyên pêwendîdar bo dermankirina Silêman Gero erkdar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Rûdawê nûçeya nexweşketina çalakvan û medyakarê Rojavayê Kurdistanê, Silêman Gero belav kir, berpirsê dosya Rojavayê Kurdistanê di Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo dermankirina wî medyakarî wan hemû karên pêwîst pêk anîne.

Hemîd Derbendî got, Serok Mesûd Barzan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî aliyên pêwendîdar erkdar kirine, ku ji bo dermankirina çalakvanê Kurd çi pêwîst be were kirin.

Piştî raspardeyên Serok Mesûd Barzan û Nêçîrvan Barzanî, niha Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê bi xwe serpereştiya proseya dermankirina Silêman Gero dike.

Li gor agahiyan, aliyên pêwendîdar Silêman Gero birine nexweşxaneya taybet bi pençeşêrê li Hewlêrê û ew niha di bin çavdêriya bijîşkên pispor de tê dermankirin.