Li Sêwazê ji ber berfê rêya 645 gundan hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê rêya 645 gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Bajêr a Sêwazê, li seranserê parêzgehê ji ber berf û pûkê rêya 645 gundan hatiye girtin.
Tîmên vekirina rêyan dest bi karê paqijkirinê kiriye.
Herwiha li navenda bajêr sê roj in berf dibare û barîna berfê berdewam dike.
Li aliyê din li parêzgehên Bedlîs û Mûşê jî ji ber bef û pûkê doh rêya 154 gundan hatibû girtin, îro rêya 120 gundan hat vekirin.
Xebatên vekirina rêyên gundên din jî berdewam dikin.