Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Li Zapê kilîd hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler derbarê operasyonên li Zapê got, “Êdî li Zapê kilîd hatiye girtin. Çalakiyên me yên li herêmê dê bi heman awayî berdewam bikin.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro li Parlamentoya Tirkiyeyê beşdarî gotûbêjên butceya Wezareta Parastinî ya 2025ê bû.
Yaşar Guler derbarê operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de got:
“Êdî li Zapê kilîd hatiye girtin. Çalakiyên me yên li herêmê bi heman awayî û biryarbûnê berdewam in û dê berdewam bikin.”
“Em girîngiyê didin pêwendiyên bi Îraqê re”
Guler wiha got:
“Di çarçoveya meşandina têkoşîna terorê de me bi cînarê xwe yê Îraqê re demên dawî têkiliyên xwe gelekî pêş xistin û em girîngiyeke mezin didin van têkiliyan.
Di vê çarçoveyê de ji bo ku li herêmê hebûna rêxistina terorê ji holê rabe, me bi Îraqê ra 'Zebta Mitabaqatê ya li ser Hevkariya Ewlehiyê û Têkoşîna Terorê' îmze kiribû.
Me li gorî vê zebtê dest bi avêtina gavên berbiçav jî kir. Bi heman awayî li bakurê Îraqê bi rêvebiriya herêmî re jî em di nava hevkariyeke xurt de ne ku aramî were herêmê."
Guler her wiha îdia kir ku di operasyonan sala 2024an de 2 hezar û 564 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.
Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022an li deverên Zap, Metîna, Basyan û Avaşîn ên nav axa Herêma Kurdistanê ji hewa û bejahî ve operasyona “Pençe-Kilîdê” dabû destpêkirin.