Sêwaz - 4 şivanên asê mabûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tonûsê parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê çar şivanên ku ji ber berf asê mabûn, piştî kar û xebatên 7 demjimêran hatin rizgarkirin.

Ji ber pûk û berfa zêde li devera Çemê Guran 4 şivan û hezar pez asê man.

Şivanên asê mabûn hewara xwe gihandin şaredariyê û alîkarî xwest.

Ji ber berfa zêde heta demekê şivan nehatin dîtin.

Ligel başbûna rewşa keşûhewayê, tîmên şaredariyê dest bi kar û xebatan kirin.

Piştî kar û xebatên 7 demjimêran her 4 şivan û keriyê pez hatin dîtin.

Şivan û keriyê pez ku ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin, ew birin çewlikekê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya şivanan baş e.