Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Keldaniyan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  îro pêşwazî li şandeke pilebilind a Yekêtiya Navdewletî ya Keldanî û têkez kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê, azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdara 2022an, pêşwazî li şandeke pilebilind a Yekêtiya Navdewletî ya Keldanî bi serokatiya Sam Yono kir.

Şanda Yekêtiya Navdewletî ya Keldanî ji nûnerên civaka Keldanî li Amerîkaya Bakur û Ewropa û Kildaniyên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk dihat.

Serokê Yekîtiya Navdewletî ya Keldanî Sam Yono pesnê pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê da û got ku revenda Keldanî ya li derveyî welat dê her tim bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevan be.

Yono herwiha piştevaniya revenda Keldanî  beşdarbûna di pirosesa geşepêdana Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Mesrûr Barzanî spasiya bi rêya mêvanan spasiya xwe pêşkeşî Yekîtiya Navdewletî ya Keldanî kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê, azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyan.

Di heman demê de Barzanî daxwaz ji revenda Keldanî û Kiristiyan ên li derveyî welat kir ku vegerin Herêma Kurdistanê û rola xwe ya çalak di pêşketina Kurdistanê de bigirin.