YBŞ rê nade polîsê federalî derbasî ser çiyayê Şingalê bibe
Şingal (Rûdaw) - Li gor rêkeftina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de divê grûpên çekdar ji nava bajar derkevin. Lê beşek ji grûpên çekdar ên li Şingalê dibêjin, ew ji bajar dernakevin.
Xala yekem a wê rêkeftinê jê ew e ku 6 hezar polîsê federalî li rojavayê Şingal û sînorê li gel Iraq û Sûriyê bicih bibin. Lê beşek ji grûpên çekdar ên li Şingalê ji vê rêkeftinê nerazîne û dibêjin, ew ji Şingalê dernakevin.
Heso Îbrahîm, Hevserokê Encûmena Xweseriya Şingalê, ji Rûdawê re ragihand, “Em cihê xwe vala nakin, wan jî xwe bêdeng kirine û guşar li me nekirine.”
Niha 7 hêzên çekdar li Şingalê hene, Hikûmeta Iraqê biryar dabû hemû ew hêzên li nav bajarê Şingalê derkevin û bi kêmanî 5 kîlometre li dûrî bajar bicih bibin.
Heyder Şeşo, Berpirsê Hêza Parastina Êzidxanê dibêje, “Hatina wan di berjewendiya xelkê Şingalê de ye. Ger biryar be rêkeftinê Şingalê bê cîbicîkirin, divê dosyeya emnî di destê polîs de be.”
Xelkê Şingalê jî dibêjin ev 6 sal in ew dibin qurbaniyên destê hêzên navçeyê. Pêngava duyem a rêkeftina Şingalê jî ew e ku kargêriyeke nû bê danîn û alên hemû hêzên li deverê bên daxistin.
Roja 10.10.2020 hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê deqa rêkeftina derbarê Şingalê de belav kirin û tê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta federalî îdareya pirsa emnî ya bajar dike û divê dawî li hebûna PKK û hemû wan grûpên din ên li Şingalê bê anîn.
Roja 17.11.2020, şandeke hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Qasim Erecî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê gihîşte Hewlêrê û ji bo diyarkirina rêkarên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê li gel Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bû.
Piştî civînê Qasim Erecî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Rêbr Ehmed tekez kir, “Pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa bajar, vegera koçberan û îdareyeke rasteqîne li wê qezayê (Şingal) hatine avêtin. Jibilî Iraqiyan nabe hebûna ti hêzeke din hebe.”
Sala 2014an ji br êrişa Şingalê zêdetir ji 260 hezar kes ji Şingalê koçber bûn û beşa herî zêde ya wan koçberan jî di nav 16 kampên li parêzgeha Duhokê hatine bicihkirin û heta niha tenê nêzikî 20 hezar kes vegeriyane ser warên xwe.