ENKSê binpêkirinên li Efrînê xistiye stûyê Tirkiyê

Hwelêr (Rûdaw) – Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binpêkirinên li Efrînê ji aliyê çekdaran ve û rênegirtina wan xiste stûyê Tirkiyê û ji PYDê daxwaz dike ku behaneyan nexe destê Tirkiyê.

 

Derbarê ajandaya civîna xwe ya dawî ya roja 23ê vê mehê de Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir.

 

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku grûpên çekdar li dijî welatiyên Herêma Efrînê di binpêkirinan de berdewam in divê Tirkiyê rê li ber wan bigire.

 

Di daxuyaniyê de ENKS daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku garantiyê bide vegera koçberên Efrînê û rêveberiya wê herêmê radestî xelkê wê bike û parastinê ji wan re misoger bike.

 

ENKSê daxwazê ji Tirkiyê jî dike ku gefên xwe li dijî navçeyên kurdî rawestîne, herwiha ji PYDê xwestiye ku bi kiryarên xwe behaneyan ji Tirkiyê re çêneke ku destêwerdanê di wan navçeyan de bike.

 

ENKSê daxwaz ji PYDê kiriye ku dosyeya girtina siyasî bigire û hewayeke baş ji bo diyalogê amade bike.