Li Erziromê qeza: 23 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 23 kes birîndar bûn.

Bûyer, îro li Taxa Zanîngehê li ser Cadeya Îpekê çêbû.

Li gorî agahiyan, serwîsa karmendên navendeke taybet a pîr û kalan, dema lempeya sor pêketibû li otobûsa veguhestinê ya nav bajêr daye.

Otobûsê jî li otomobîleke pêşiya xwe daye û ji paş ve sê otomobîlên din li hev qelibîne.

Di vê qezayê de 23 kes birîndar bûn û birînên wan sivik in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambûlansan veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Piştî bûyerê rê hat girtin, dema lêkolîn qediyan û otomobîl ji ser rê hatin rakirin, dîsa hat vekirin.

Dîmenên kêliya qezayê ji aliyê kamereya çavdêriyê ve hatine girtin.