Rojhilatê Kurdistanê; Bi hezaran kes li ser gora Jîna Emînî amade bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Di 40mîn roja canjidestdana Jîna Emînî de, îro bi hezaran kes ji xelkê bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê bi piyan û bi meşê ber bi goristana bajêr ve meşiyan û li ser gora Jînayê amade bûn. Li aliyekî din li gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bazar û dikan girtî ne û grev heye.

Îro çileya canjidestdana keça Kurd Jîna (Mehsa) Emînî ye ku roja 13ê Îlona 2022an li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve hatibû desteserkirin û piştî ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 16ê Îlona 2022an de canê xwe ji dest dabû.

Di Çileya Jîna Emînî de, hêzên ewlekariyê yên Îranê rêyên sereke yên bo ser gora wê daxistin. Lê belê tevî girtina rêyan û derxistiyan astengiyan, bi hezaran xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandine goristana bajêr û li ser gora Jînayê amade bûne.

Îro li ser torên civakî bi dehan wêne û vîdyo hatine belavkirin ku nîşan didin bi hezaran kes ji xelkê Seqizê ber bi gora Jîna Emînî ve dimeşin.

Vîdyo û wêneyên ku ji hêla çalakvan û çavdêrên mafên mirovan ve hatine weşandin nîşan didin ku xelk ber bi goristanê ve li ser rêya sereke, di nav zeviyan de, bi peyatî, û bi otomobîl an motorsîkletan dimeşin.

Di hin dîmenên vîdyoyî de ku li ser torên civakî hatine belavkirin, xelkên li ser gorê amade bûne, li dijî desthilata Îranê dirûşman dibêjin.

Welatî dirûşmên wek, "Em hemû Jîna ne", "Kurdistan Kurdistan, goristana faşîstan", "Heta kurdek bimîne, Kurdistan jî dê bimîne", "Em Komara Îslamî Naxwazin" û "Jin, Jiyan, Azadî" dibêjin.

Li aliyekî din li hin bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê wek nîşandana nerazîbûnê dikan û bazar girtî ne.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, îro li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Dîwandere, Mihabad, Bokan, û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê piraniya dikan û bazar girtî ne.

Amadebûna xelkê li ser gora Jîna Emînî di çileya canjidestdana wê de, di demekê de ye ku ajansa fermî ya Îranê IRNA şeva bihorî li ser navê malbata Jînayê dauxyaniyek belav kiribû ku têde hatibû gotin, di çileya Jînayê de ti merasim nayên lidarxistin. Lê belê kesekî nêzîk malbata Jîna Emînî paşê red kir ku malbatê daxuyaniyek wisa dabe.

Rêxistin û çalakvanên mafên mirovan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ragihandine, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdaran) gelek zext li malbata Jînayê kirine û ew neçar kirine ku bêjin ew ji bo çileyê ti merasimekê saz nakin.

Li aliyekî din, îro hemû dibsitan, zanîngeh û navendên xwendinê li parêzgeha Sineyê bi biryara hikûmeta Îranê hatine daxistin.

Parêzgariya Sineyê û rêveberiya perwerdeya wê parêzgehê ragihandine ku ji ber belavbûna nexweşiya şewba anfluanzayê navendên xwendinê hatine girtin, lê belê rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, hikûmetê ew biryar daye daku xwendekarên dibistanan û zanîngehan di çileya canjidestdana Jîna Emînî de tevli xwepêşandanên nerazîbûnê nebin.