Nûşîrevan Elçî bo Rûdawê: Li ser pêşniyara CHPê ez derbasî wê partiyê bûm

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Berê yê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Partiya Gel ya Komarî (CHP) pêşniyar kiriye ku ew derbasî partiya wan bibe û wî jî ev pêşniyar qebûl kiriye.

Serokê Berê yê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî  ku biraziyê Şerafettîn Elçî ye îro 26ê Cotemeha 2022ê ji tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew derbasî Partiya Gel ya Komarî bûye.

Elçî eşkere kir ku dê sibe 26ê Cotmeha 2022ê bi merasîmekê bi awayek fermî derbasî CHPê bibe û rozeta wî bê girêdan.

Serokê Berê yê Baroya Şirnexê tekez kir ku ew li ser pêşniyara CHPê derbasî wê partiyê bûye û ev çend meh in pêşniyar ji wî re hatiye kirin.

Derbarê armancên xwe yên di nav wê partiyê de jî Nuşîrevan Elçî got “Emn dixwazin di nav vê partiyê de ji bo siyaseteke paqij têkoşînê bikin û  mafê mirov, demokrasî û azadiyê bînin Tirkiyê.”

Elçî daxuyakirin ku wî derbarê ti post û pileyeke di nav wê partiyê de bi karbidesstên wê partiyê re gotûbêj nekirine û go: “ji bo axaftina van mijaran hîn zû ye.”

Herwiha ragihand ew dê piştî merasîmê daxuyaniyekê berfireh derbarê derbasbûna xwe ya bo nav CHPê de bide.